Foruma Aştîyê

Dengên Kurd û Alman di Pêvajoya Aştiyê ya Tirkiyeyê de

30ê Cotmehê 18:00 – 1ê Mijdarê 14:00

Weqfa Rosa Luxemburg
Weqfa Heinrich Böll Stiftung

a Berlînê

Ji bo ku aştiyek domdar û mayînde were avakirin, tenê artêş, parlamentoyan û sazî û organên dewletê ne bes in; pêdivî bi kes, kom û aktorên ku di avakirina aştiyê de dixebitin jî heye. Çareserkirina pevçûnekê ku mîna pevçûna li Kurdistanê kronîk bûye, divê aktorên ku li derveyî welatê belav bûne jî dihewîne û dengê wan were bihîstin.

Almanya malbateya dîasporaya Kurd a herî mezin e û tê texmînkirin ku li wir di navbera 1 û 1,5 milyon Kurd dijîn. Ji bo serkeftin û domdariya pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê, nêrîn, ezmûn û beşdariya wan ewqas girîng in ku nayên paşguhkirin. Ji ber vê yekê, ji bo ku civakên Kurd û rêxistinên civaka sivîl ên li Almanyayê bikaribin bi awayekî tam, aktîf û bandordar beşdarî pêvajoya aştiyê bibin, divê rê û mekanên nû bên afirandin.

Weqfa Rosa Luxemburg, Weqfa Heinrich Böll û Off University civaka Kurd a li Almanyayê vedixwînin ku di hawîrdoreke ewle û xweser a rêxistinkirî de, pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê bi nêrînek rexneyî hildin ser dest û li ser wê nîqaş bikin. Armanca vê civîna sêrojî ew e ku beşdariya aktor û parêzvanên aştiyê xurt bike û daxwaz û pêşniyarên ku dikarin di şekildana pêvajoya siyasî de rolekê bilîzin, bên formulekirin.

Bernameya vekirî ji bo gelê giştî

30ê Cotmehê – 18:00

Weqfa Rosa Luxemburg
Straße der Pariser Kommune 8A, 10243 Berlin

Em li ku derê ne? Em ber bi ku ve diçin?
Nêrîna Kurdên li Almanyayê li ser pêvajoya aştiyê

Beşdarên panelê: Prof. Mithat Sancar (Parlamenter, Partiya DEM), Dr. Rosa Burç (Sosyolog),
Berîvan Aymaz (Endama Parlamentoya Eyaleta Nordrhein-Westfalen, Grüne) – tbc , Gökay Akbulut ( Parlamenter, Die Linke)tbc

Di panela vekirî de dê rewşa heyî ya pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û rola rêxistin û civakên Kurd ên li Almanyayê were nîqaşkirin. Beşdar dê nêrîn û perspektîfên xwe li ser pêvajoya aştiyê parve bikin

Di resepsiyonê de Loma Reqs dê bi performansa xwe beşdar be.

31ê Cotmehê – 20:00

Weqfa Heinrich Böll
Schumann Straße 8, 10117 Berlin-Mitte

Selection of 4 short films followed by discussion

with Nilgün Yelpaze and Leyla Toprak

Films to be announced.

1 thought on “Foruma Aştîyê”

Comments are closed.